Çile 16, 2020 17:27 Asia/Tehran
  • Avahîya navendî ya HDP li Istenbolê ket ber êrişê

Kesên nenas avahîya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li Istenbolê dan ber gulleyan û revîn.

Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di daxûyanîyekê de ragihand ku avahîya navendî ya wê partîyê li Istenbolê 7 caran ketîye ber êrişa bi gulleyan.

Di dewama daxûyanîya HDP da hatîye: ''Xweşbextane di wan êrişan de zîyan li tu kesî neketîye. Tîmên Polîs mijûlê lêkolîna derbarê bûyerê da ne. Êrişên bi vî rengî ku ji hêla şerûtên çekdar va tên kirinê, berî vîya jî hatibûn kirinê. Bi wan êrişana hewil didin rêvebir, endam û hogirên partîyê bitirsînin. Em ê wek hemî caran berteke dêmokiratîk himberî êrişên bi vî rengî faşîstî û komkî nîşan bidin.''