Mijdar 12, 2019 11:37 Asia/Tehran
  • Hejmarek endamên Kongrêsê daxwaz ji Trump dikin serdana Erdogan betal bike

Hejmarek endamên Kongrêsa Amerîkayê daxwaz ji serokomarê wî welatî Donald Trump dikin, di vê dema niha de pêşwaziyê li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan neke û vexwendina wî betal ke.

Ew endamên Kongrêsa Amerîkayê bi serokatiya Illiot Angel di derbarê seredana Erdogan bo Amerîkayê de nameyek ji serokomarê welatê xwe Donald Trump re şandine û daxwaz dikin ku wê serdanê rawestîne.

Hejmara wan endamên kongresê ku name ji Trump re şandine, 17 kes e û wan di nama xwe de nivîsandine ku niha dem ji bo serdana Erdogan bo Amerîkayê neguncaw e.

Wan endamên kongrêsê sedema nerazîbûna xwe li hemberî serdana Erdogan ya Amerîkayê, êrîşên dewleta Tirkiyê ser bakur û bakura rojhilata Sûriyê dane zanîn û diyar kirine, biryara Erdogan a ji bo êrîşkirina ser bakurê Sûriyê di 9ê Cotmehê de, encamên wê yên xirab li ser asayişa niştimaniya Amerîkayê hene.

Wan endamên kongrêsê di nama xwe de derheq êrişên dewleta Tirkiyê ser  xelkê sivîl û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) nîgeraniya xwe nîşan dane û ragihandine ku ew ji nêzîkbûna Tirkiyê li Rûsyayê û dûrketina wî welatî ji NATOyê dilgiran in.

Biryar e sibê Çarşemê, Erdogan serdana Amerêkayê bike û li gel Serokomarê Amerîkayê, Donald Trump bicive.