Îlon 19, 2019 19:33 Asia/Tehran
  •  Berteka partiya serdest a Tirkiyê li bara gotinên Nêtanyahû ser kêleka rojava ya çemê Urdinê

Berteka partiya serdest a Dad û Geşepêdanê li bara gotinên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî derheq dagirkirina hin beşên kêleka rojava çemê Urdinê ji aliyê vê rejîmê va rexne kir.

 Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya Anadolu Newsê ya Tirkiyê, Omer Çelîk li Enqerê got: "Dagirkerî ne rêçare ye, dagirkirina kêleka rojava ya çemê Urdinê, ewlehî û hewldana  bo damezrandina aşitiyê li navçê dixe xeterê."

 Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî vê dawiyê soz da ku ger cardinê li hilbijartinên parlemanê bi ser keve, dê hin beşên kêleka rojava ya çemê Urdinê zêdeyî erdên dagirbûyî bike."

 Gotinên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li bara zêdekirina hin beşên kêleka rojava ya çemê Urdinê ser navçên bin kontrola vê rejîmê rastî dijberê û berteka gelek welatên cîhanê hatiye.