Îlon 12, 2019 17:23 Asia/Tehran
  • Qeyûmê Mêrdînê 187 karkerên şaredariyê ji kar derxistin

Parêzgarê Mêrdînê ku weke qeyûm li şûna Serokê Şaredariya Mêrdînê, Ahmet Turk hatiye erkdarkirin, 37 kesên din jî ji kar dûrxistin û bi vê yekê hejmara wan kesên ku piştî hatina qeyûm ji kar hatine dûrxistin, gihîşt 187 kesan.

Mustefa Yaman ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve li Şaredariya  Mêrdînê weke qeyûm hatiye bicîhkirin, ji dema destbikarbûna xwe di şaredariyê de, dest bi dûrxistina hejmareke zêde ya karmend û karkeran kiriye.

Yaman dema dest bi kar kir, yekser 150 kes ji karkerên şaredariyê ji kar derxistine.

Li gor agahiyan, herî dawîyê qeyûmê Şaredariya Mêrdînê bi biryarekê 37 kesên din ji kar derxistine.

Birêveberê Encûmena Sendîkaya Kar, ku ser bi sendîkaya KESKê ve ye, Mihemed Salih Dogrul di civîneke çapemenîyê de ragihand ku ji bilî danîna qeyûm û jikar- derxistina hejmareke zêde ya karkeran, gef li karkerên din jî têne xwarin.

Dogrul herwiha got ku piraniya wan karkeran, endamên sendîkaya wan in û tekez kir, niha guvaş xistine ser wan karkeran ku ji sendîkayê cuda bibin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di roja 19ê Tebaxa 2019an de, bi biryarekê hersê şaredarên bajarên Amed, Wan û Mêrdînê, Selçuk Mizraklî, Bedîa Ozgokçe û Ahmet Turk, bi tohmeta "alîkarîya bo rêxistina terorê", ji kar derxistin û qeyûm danî şûna wan.