Sibat 12, 2019 18:03 Asia/Tehran
  • Tirkiye li Civîna Werşoyê di asta balyoz de beşdar dibe

Tirkiye wê li Civîna Werşoyê di asta balyoz de beşdar bibe.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB News`ê, wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand: Beşdarbûna vî welatî li Civîna Werşoyê tenê wê di asta beşdarbûna balyozê Tirkiyê be.

Amerîka di çarçoeveya armancên xwe yên navçeyî dil heye civînekê ser navê Aştî û Ewlehiya li rojhilata Navîn, li 13 û 14`ê Sibata 2019`an li Werşoya paytexta Plonyayê li dar bixe.

Waşîngtonê 70 welatan ji bo beşdariya li vê civînê di asta wezîrên karên derve vexwendine lê hin welatan di van rojên dawiyê de ragihandine ku wê beşdarî civîna werşoyê nebin.

Siyaseta Amerîkayê ji bo lidarxistina Civîna Werşoyê li dewama hewldanên serneketî yên wî welatî bona berbelavkirina tirsa ji Îranê ye.