Tebax 13, 2018 11:19 Asia/Tehran
  • Sekinîna Tirkiyê lihemberî şerê tecarî yê Amerîka

Wezîrê Xezîne û Daratiya Tirkiyê ji amadebûna pilanek bona girtina pîşiya kêmbûnaerzişa Lîreya Tirkiyê li hemberî dolarê Amerîka xeber da.

Li gor rapora îro duşemê ya rojnameya Dêyîlî Sebahê, Wezîrê Xezîne û Daratiya Tirkiyê Berat Albayrak got: Tirkiyê pêşnivîsa pilanekê amade kiriyebona ku pîşiya kêmbûna erzişalîreyê li hemberî dolarê Amerîka bigre.

Berat Albayrak ragihand ku kêmbûna erzişa lîreya Tirkiyê li hemberî dolarê Amerîka nîşanaeşkeraye şerê tecarî yê Waşîngtonê dijî Enqerê ye.

Receb Teyib Erdogan Serokomarê Tirkiyê jî duh yekşemê di civîna Encûmena Şêwirmendiyê ya AK Partiyê de li bajarê Tirabozanê bal kişande ser kêmbûna erzişa diravê netewî yê vî welatî li hemberî dolarê Amerîka û ragihand:  krîza di navbera Amerîka û Tirkiyê de dirust bûye, ne pirsa Dolar, Euro û zêr e, belkû şerekî aborî li dijî Tirkiyê ye.

Erdogan got, piştî ku derbeya leşkerî ya sala 2015an têk çû, ev sizayên Amerîka yên vê carê hewleke din e ji bo jinavbirina Tirkiyê ye di riya aboriyê re.

Erdogan gef li Amerîka xwar û got: “Ewên hewla têkbirina Tirkiyê bidin, dê baca wê yekê bidin.”

Wî got:  Tirkiye dê bi pereyên netewî bazirganiyê bi Çîn, Rûsya, Îran û welatên din re bike û Tirkiye amade ye jî bi welatên Ewropayê jî wiha bike, heger xwastin ji bin bandora Dolar derkevin.

Erdogan ew yek piştrast kir, Waşingtonê moleta ta îro demjimêr 18:00 daye Enqerê ta keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berde.

Serok komarê Amerîka Donald Trumproja îniyê ragihandibû ku wî baca li ser  aluminyûm û pola ji Tirkiye du caran zêde kiriye, ji ber vê bacê jî nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket.