Nîsan 20, 2018 18:20 Asia/Tehran
  • HDP berbijêrê xwe yê serokomarîyê kivş dike

Li Tirkiyê, piştî biryardayîna têkildarî hilbijartinên pêşwext ên ku biryar e di 24`ê Hezîrana îsal de bên lidarxistinê weke partiyên din ên siyasî HDP jî ji bo eşkerekirina namzetê serokkomariyê xebata xwe didomîne.

Di partiyê de ji bo namzetiyê behsa navê gelek kesan tê kirin. Di nav van kesan de zêdetir navê Selahatîn Demîrtaşê hevserokê berê tê kirin ku di sala 2014`an de bûbû namzet û ev du sal e di girtîgehê de ye. Lê belê biryara dawî û teqez hêj nehatiye dayîn.

Parlamenterê HDP Garo Paylan li civîneke rojnamevanîyê di vî warî de got: "Tevî Demîrtaş behsa gelek hevalên me ji bo namzetiyê tê kirin. Partiya me ji bo vê xebateke berfireh daye destpêkirin. Din av 10 rojan de em ê dawî li xebatên xwe bînin û piştre namzetê xwe yê serokkomariyê eşkere bikin. Partiya me kî wek namzet nîşan bide em ê jî ji bo serkeftina namzetê xwe bi dil û can bixebitin."

24`ê Hezîranê bi tenê hilbijartina serokkomariyê wê neyê kirin. Kesên hilbijêr ji bo hilbijartina 600 parlamenteran jî dê deng bidin. Di nav partiyan de nîqaşên der barê tifaqa bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê jî berdewam in. HDP amaje dike wê tifaqê nekin.

Cîgirê Hevserokê HDP Saruhan Oluç li civîneke rojnamevanîyê dibêje: "Heta niha me zêde guh neda nîqaşên tifaqê. Partiya me HDP ligel endam û berpirsên xwe şêwirî û me biryar da ku em ê di hilbijartina serokkomariyê de ji nav me namzedek xurt nîşan bidin û me ev ji bo raya giştî jî ragihand. Loma em ê bi namzedê xwe û bêyî tifaqekê beşdarî hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê bibin."

Di hilbijartina serokkomariyê ya di sala 2014`an de namzetê HDP Selahattîn Demîrtaş ji sedî 10`ê dengbi dest xist.