Çile 20, 2017 13:26 Asia/Tehran
  • Polîsên Tirkiyê parlementereke din a HDP`ê jî girtin

Xanima Ayşe Acar parlementera HDP`ê ya Batmanê li parlimana Tirkiyê ji aliyê hêêzn polîs va hat girtin.

Li gorî rapora IRNA`yê, egera vê girtinê nehatiye ragihandin, lê guman heye ku têkildarî bûyera pevçûna şeva din di navbera parlementerên jin li parlimana Tirkiyê be.

Ayhan Bîlgen berdevkê Partiya Dêmokrasî ya Gelan (HDP) ji riya Twitter`ê ragihand ku xanima Aşye Acar li mêvanxaneya Sendîkaya Çalakan li beşa perwerdehiyê ku têda dima, sibeha îro hat girtin û bo navenda polîsê Enqerê hat veguhestin.

Xanima Acar ji wan parlementerên parlimana Tirkiyê ji HDP`ê ye ku parêzbendiya wê ya siyasî hevrê digel hejmareke zêde ya parlementerên HDP`ê û partiyên din ên siyasî yên hazir li parlimanê hatiye rakirin.

Ev parlementera jin li halekî hatiye girtin ku du hevserokên HDP`ê, Selaheddîn Demîrtaş û Xanima Fîgen Yûksekdax hevrê digel heşt kesên din ji parlemnetrên vê partiyê eva zêdetir ji du mehan e ku di zindanê da ne.

Berêvariya duh pêncşemiyê Xanima Nazlî Aka parlementera serbixwe bi kelemçeyê xwe bi trîbona parlimanê va girêda. Ev kiryara xanima Nazlî Aka li halekî pêk hat ku civîna fermî ya parlimanan Tirkiyê di duyemîn roja li pey hev ji bo hilkolandina dewra duyem a rêformên qanûna bingehîn dest pê dibû.

Ew ji aliyê parlementerên jin ên Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) va bo derveyî qada gelemperî ya parlimanê hat rêkirin. Yek ji parlementerên jin ku nava wê û parlementerên Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê (AKP) pevçûn derket, xanima Ayşe Acar bû.

Hilkolandina dewra duyem a guhertina qanûna bingehîn ji bo pêkanîna pergala serokatiyê berêvariya duh di duyemîn roja xwe da hat domandin û çar madeyên din ketin ber dengwergirtinê û hatin pesendkirin.