Nîşangeha navdewletî ya ewlehî û berevaniyê bi beşdariya çendîn welat û şîrktên navxweyî li Bexdayê hat lidarxistin. Komara Îslamî ya Îranê di vê pêşangehê de mînakên pîşesaziyên leşkerî yên mûşekî û xwefirên xwe nîşan da.
Endamekî Komîsyona Aborî ya Parlemana Iraqê hişyarî da karmendên Herêma Kurdistanê û ragihand, elektronîkkirina proseya dayîna mûçeyên wan bi rêya bankên taybet ne fermî ye.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistana Iraqê peyamek li ser serdana Receb Teyyîb Erdogan Serokkomarê Tirkiyê bo Hewlêrê belav kir.
Parlemanterekî êzdî yê partiya Demokrata Kurdistana Iraqê li parlemana Iraqê got: Her hewlek jibo veguhestina endamên mayî yên DAIŞê nav Iraqê gefek li dijî ewlehiya Iraqê ye.
Rayedarekî iraqî ragihand ku, Êrîşa duh ser baregeha Heşdi Şeibiyê êrîşeke mûşekî bûye.
Muhemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê got, "Hegerên mayîna hêzên Amerîkayê li Iraqê bi hinceta şerê DAIŞ'ê êdî nemane."
Piştî êrişa ser baregeha rêxistina Heşda Şeibî ya Iraqê, nûnerش hevpeymaniya Fetih a vî welatî daxwaza vekirina dosiyekê li dijî Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê kir.
Endamê Hevpeymaniya El-Feth a Iraqê bal kişande ser lawaziya Partiya Demokrat a Kurdistanê li serdestbûna ser parêzgeha Kerkûkê tevî hewlên zêde ên wê partiyê û got: Şikla pêkhateyên etnîkî li vê parêzgehê avakirina encûmena parêzgehê bi beşdariya hemû aliyan pêwsît dike.
Rêberê tevgera hikmeya netewî ya Iraqê got: Bersiva Îranê li hember êrişa Rejîma Siyonîst ser beşa konsulî ya balyozxaneya Îranê li Şamê, hêza Îranê îsbat kir.
Wezîrê Dadweriyê yê Sûriyê li hevdîtina bi endamên komîteya hevpar a dadweriyê ya Sûriye, Iraq û Îranê re,riyên kûrkirin û xurtkirina hevkariyên sêalî di warê rawestana li dijî terorîzmê dehilkolandin.