Nîsan 18, 2024 07:40 Asia/Tehran
  • Peyama civîna komîteya hevbeş a dadweriya Sûriye, Iraq û Îranê; Rawestana li himberî terorîzm û siyonîzmê

Wezîrê Dadweriyê yê Sûriyê li hevdîtina bi endamên komîteya hevpar a dadweriyê ya Sûriye, Iraq û Îranê re,riyên kûrkirin û xurtkirina hevkariyên sêalî di warê rawestana li dijî terorîzmê dehilkolandin.

Ehmed El-Seyid Wezîrê Dadweriya Sûriyê duh Çarşemê di daxuyaniyarojnamevanî de, piştî civîna Komîteya Hevbeş ya Dadweriyê  ya Sûriye, Iraq û Îranê, piştgiriya xwe ji destûrkara  vê komîtê re ragehand û ser giringiya Komîteya dadwerî ya hevbeş di navbera her sê welatan de ji bo lêkolîna ser pirsgirêkên  hiqûqê û xutkirina hevkariyên di navbera wan de ji ber hebûna şerê hiqûqê, leşkerî û terorîzma aborî li dijî van sê aktoran teqez kir. 

 Wî got:Dizîna mal û samanên Sûriyê, êrişkirina ser konsulxane û baregehên dîplomatîk binpêkirina yasayên navdewletî ye û eger cîhan li ewlehî û aştiyê digere, divê yasayên navdewletî bi baştirîn şêwe bêne sepandin.

Kazim Xerîbabadî alîkarê karûbarê navneteweyî yê dezgeha dadweriyê ya Komara Îslamî ya Îranê jî li bara giringiya civîna vê komîteyê li ser asta sê welatên gorriyê terorîzmê ku ji aliyê hin welatên ku îdiaya berevaniyê li wan dikin tên piştgirîkirin teqez kir û got: Kiryara terorîstî ya Rejîma Siyonîst li dijî konsulxaneya Îranê li Şamê binpêkirina hemû peymanên navneteweyî, peymana Neteweyên Yekbûyî û serweriya axa Sûriyê ye.

 

Serepeyv