Kanûn 02, 2020 22:58 Asia/Tehran
  • SOHR: Piştî redkirina Komara Azerbaycanê ya bicihbûnê, hinek çeteyên sûrî vegerîn

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), daxuyand ku piştî hikumeta Azerbaycanê red kir ku çeteyên sûrî yên girêdayî dewleta Tirkiyê li Komara Azerbaycanê bi cih bibin, hin beşên ji çeteyan vegerîn Sûriyê.

SOHR’ê ragihand ku beşên nû ji çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyê ji Komara Azerbaycanê vegerîn xaka Sûriyê. Ew jî piştî binketina hewldanên dewleta Tirkiyê ya mayîna wan li Komara Azerbaycanê, vegerîn. Ji ber hikumeta Azerbaycanê red kir ku çeteyên sûrî li Azerbaycan û Qerebaxê bi cih bibin.

Li gorî SOHR’ê hejmara çeteyên sûrî yên ku dewleta Tirkiyê şandine Azerbaycanê 2 hear û 580 çete ne, jê 900 piştî redkirina hikumeta Azerbaycanê ya bicihbûnê, vegerîn. Lê beriya wê jî 342 çete vegerîn Sûriyê. Li aliyekî din jî hejmara çeteyên Sûriyê yên ku dewleta Tirkiyê şandine şerê li Qerebaxê de, ji Îlona borî de, 293 çete hatine kuştin.

Serepeyv