Cotmeh 28, 2020 19:59 Asia/Tehran
  • Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên koronayê ji 4 hezarî derbas bû

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di 24 seatên dawîn de 216 kesên din bi koronayê (Covid-19) ketine û hejmara pêketiyên koronayê ji 4 hezarî derbas bû.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 4 kesên din ji nav pêketiyên koronayê, jiyana xwe ji dest daye.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine, jinek û mêrek ji Qamişloyê bûn û 2 mêr ji Hesekê û Girkê Legê ne.

Mistefa diyar kir ku 216 kesên din bi koronayê ketine, ji nav wan 119 mêr in û 97 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 21

Qamişlo: 25

Dêrik: 34

Girkê Legê: 13

Dirbêsiyê: 8

Amûdê: 5

Tirbêspiyê: 4

Çilaxa: 1

Rimêlan: 1

Kampa Holê: 1

Kobanê: 18

Tebqa: 32

Minbic: 24

Reqa: 24

Dêrazor: 3

Şehba: 2

Ciwan Mistefa got ji nav nexweşên koronayê 6 kesên din jî baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 4 hezar û 164 kesî, jê 119 kesan jiyana xwe ji dest daye û 693 kes jî baş bûne

Serepeyv