Îlon 17, 2020 01:26 Asia/Tehran
  • NY`yê sûcên şer ên dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li Efrîn û Serêkaniyê belge kir

Neteweyên Yekbûyî, piştî demeke dirêj, bi raporekê sûcên şer ên ku Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dikin, belge kir.

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), Komîsyona Lêpirsîna Serbixwe ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, li gorî şerê navbera Çile û Tîrmeha 2020'an ê li Sûriyê, raporek amade kir.

Di raporê de, ji bo belgekirina sûcên şer ên Dewleta Tirkiyê û komên girêdayî bi wê yên bi navê 'Artêşa Niştimanî ya Sûriyê' li Efrîn û Serêkaniyê kirine, wêne û dîmenên ji peykê hatin kişandin, hatin parvekirin.

Dîmenên di raporê de cih girtine wiha ne:

Perestgeha Aîn Dara ya 3 hezar salî ya li Efrînê, ku ji aliyê "UNESCO" ve dihate parastin, ji van wêneyên peykê eşkere dibe ku bi çi rengî hatiye rûxandin.

Her wiha ji bo balê bikişîne ser rûxandina "Qada Sîtê" ya Arkeolojîk a Helenîstîk ku li herêma Efrînê ye, wêneyên demên cuda yên peykê hatin weşandin.

Ji wêneyên demên cuda yên hatine kişandin, tê dîtin ku wargeha sivîlan a li gundê Dawûdiya yê Serêkaniyê di dema êrişa Dewleta Tirkiyê de çawa hatiye rûxandin. Di raporê de hate destnîşankirin ku malên sivîlan ên şêniyên Dawûdiyayê ji aliyê artêşa Tirkiyê û kirêgirtiyên girêdayî bi wê ve hatine desteserkirin û qad veguheriye baregeha leşkerî.

 

 

 

Serepeyv