Artêşa Sûriyê meqera terorîstan li derdora Idlibê têk bir
Artêşa Sûriyê li berteka li hember dewama binpêkirina hevhatina navça kêm kêşe, meqerên terorîstan li derdora Idlibê li bakurê rojava Sûriyê têk birin.
Li gorî rapora SANA News`ê, li encama operasyona artêşa Sûriyê li dijî meqerên komên terorîstî li derdora bajarokê Xan Şêxûnê li derdora başûrê Idlibê hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û birîndar bûn.
Ji aliyê din ve artêşa Sûriyê bi radûkirina hûr û kûr û operasyona cihên hebûna koma terorîstî ya DAIŞ`ê li çola Palmîrayê li derdora rojhilata Himsê li rojava Sûriyê hejmarek ji terorîstan kuştin û çekên wan zewt kirin.
Her wiha hin çavkaniyên meydanî li zîvala perava rojhilata çemê Firatê li başûr û başûrê rojhilata parêzêgeha Dêarzora Sûriyê bal kişand ser dorpêçkirina endamên terorîstî yên DAIŞ`ê li zewiyên bajarokê Baxûrê jorîn û raghandin ku terorsît li erdeke 900 mêtrê çar kunc de asteng bûne û riya revîna wan li van navçana tine.