Nîsan 19, 2018 13:55 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê demografiya Efrînê diguhere: 80 malbatên ereb li Mabataya Efrînê hatin bicihkirin

Hat ragihandin ku li çarçêva siyaseta dewleta Tirkiyê ya guhertina demografiya Efrînê û kêmkirina nifûsa kurdan li Efrînê heta niha zêdetirî 80 malbatên ereb li bajarokê Mabata yê Efrînê hatine bicihkirin.

Li gor zanyariyên berdest ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, ji kontrolkirina bajarê Efrînê û heta niha 80 malbatên ereb li bajarokê Mabatayê hatine bicihkirin û hejmara malbatên ereb ku têne bicihkirin her roj zêdetir dibe.

Çavkaniyên herêmî dibêjin: "Erebên koçber ên ku li bajarokê Mabataya hatine bicihkirin ji bo pêşwaziya malbatên nû ê ereb bikin û pêwistiyên wan biqedînin komîteyeke taybet ava kirine.

Herwiha çavkaniyekî din jî ragihand ku grûbeke çekdar ku rûyê wan girtîbû li herêma Şerawa ya Efrînê pêşiya grûbek sivîl girtiye û dest danî ser hemû eşyayên bi wan re.