Sibat 21, 2018 11:20 Asia/Tehran
  • Êrişa Tirkiyê ser hêzên gelanî yên Sûriyê ku gihêştine Efrînê

Hêzên gelanî yên Sûriyê ku artêşa vî welatî jê piştevaniyê dike, bona piştevaniya gelê Efrînê gihêştine derbasgeha vî bajarî lê artêşa Tirkiyê êrişî ser wan kirin û ragihandine ev hêzên gelanî neketine nav Efrînê lê bingehên nûçan ev yeka ret kirine û gotine ev hêzên gelanî ketine nav Efrînê.

Li gor rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, ji zarê ajansa nûçan a Sûriyê, SANA`ê, Hatiye ragihandin ku pêşengên hêzên gelanî yên Sûriyê gihêştine Efrînê ku rastî êrişa topxaneyî û bombebarana firokên şerî yên Tirkiyê hatine.

Hatiye ragihandin piştî ku ev hêzên gelanî gihêştine derbasgeha Ziyarê, ji ber êrişa topxaneyî ya Tirkiyê, van hêzan jî bertek nîşan dane lê hîn tu agehdariyek li ser hejmara kuştî û birîndaran nehatiye dayîn.

Pişka agehdariyên şêr a Sûriyê ser bi Hizbullaha Lubnanê duh sêşemê ragihand: hêzên gelanî yên ku artêşa Sûriyê piştevaniya wan dikin ji bajarokên Nebel û El-Zehra gihêştine nav Efrînê.