Çile 23, 2018 12:45 Asia/Tehran
  • Kasaçof:

Serokê Komîteya Pêwendiyên derveyî ya Fêdêrasiyona Rûsiyê got: "Mosko li pêvajoya çareseriya siyasî ya navxweyî li Sûriyê mudaxile nake û rêzê li mafê gelê vî welatî yê diyarkirina çarenivîsa xwe digire".

Li gorî rapora Îtartasê, Kunstantîn Kasaçof, Serokê Komîteya Pêwendiyên derveyî ya Fêdêrasiyona Rûsiyê duh anku Dşemiyê li hevdîtina bi Nesr El Herîrî serokê desteya gotûbêjker a dijebrên sûrî li Moskoyê destnîşan kir: "Rûsiye li warê serkutkirina navendên zêdebûna têrorîsmê li Sûriyê ciddî ye".

Kasaçofê her wiha got: "Rûsiye rêzê li hakimiyet û mafê gelê Sûriyê yê diyarkirina çarenivîsa xwe bi awayê serbixwe û bêyî destwerdana biyaniyan digire".

Serokê Komîteya Pêwendiyên derveyî ya Fêdêrasiyona Rûsiyê got: "Mosko tu dewsgirekî ji bo pêvajoya Jêinêvê û hewildanên NY û Konseya Ewlehiyê nabîne".

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştevaniya Amerîka û hevpeymanên vî welatî ji bo guhertina hikûmeta vî welatî ser xêra Rêjîma Siyonîst dest pê bû.