Pêkanîna hevalbendiya nû ya terorîstî li başûrê Sûriyê
Hevalbendiya nû ya terorîstî ser navê qaşo ``bereya neteweyî jibo azadkirina Sûriyê`` li parêzgeha Derayê li başûrê Sûriyê hat damezrandin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê, 11 komên terorîst û çekdar li parêzgeha Derayê li daxûyaniyekê ragihandin ku saziyeke nû, saziyeke cida ji meselên siyasî yên derveyî û navneteweyî pêk anîne.
Ev hevalbendiya çend rojan piştî ragihandina agirbesa ku Rûsiye, Emerîka û Urdinê li başûrê Sûriyê li ser wê lihev kirin û aramiya nisbî li parêzgeha Derayê pêk hatiye.
Komên hanê ji komên din ên teorîst li navçên başûrê Sûriyê jî xwestne ku tevlî ev saziya nû bibin. Endamên hevalbendiya teze, hevalbendiya xwe berûvajiya saziyên eskerî yên berê qaşo ``saziyeke neteweyî ya eskerî û siyasî`` dizanin.
Işkestên berdewam ên komên terorîst û çekdar li başûrê Sûriyê bû sedem ku ew jibo avakirina hevalbendiyeke nû hewlê bidin.