Çile 11, 2019 14:49 Asia/Tehran
  • Li Efrînê dest bi ser sedan malên xelkê de hatiye girtin

Li gorî çavkaniyeke taybet ji herêma Efrînê, hêzên Tirkiyê û terorîstên pê re ji destpêkê ve dest danîne ser hejmareke mezin ji malên sivîlan li Taxa Eşrefiyê.

 Hin çavkaniyan ji Ajansa Rûdawê re eşkera kirin ku ji dema ku hêzên hikûmeta Tirkiyê û grûpên terorîst ên opozisyona Sûriyê navenda bajarê Efrînê kontrol kirine, wan hêzan destê xwe danîne ser bi sedan malên Efrîniyan.

Li Taxa Eşrefiyê, cadeya el-Fîl, artêşa Tirkiyê dest daniye ser 130 malên xelkê Efrînê.

Xwediyên wan malên desteserkirî ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ji malên wan hatibûn derxistin.

Tevahiya tiştên di nav malan de û heta dergehên hesinî yên dukanan hatibûn talankirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ew cade bi temamî bi têlên bi strî hatiye dorpêçkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, hêzên artêşa Tirkiyê 3ê tankên xwe li wê cadeyê bi cih kirine.

Hêzên artêşa Tirkiyê her wiha çendîn nîşanbaz li ser banê çend avahiyan li heman cadeyê bi cih kirine.

Li gorî çavkaniyên ji nav Efrînê, hêzên hikûmeta Tirkiyê wê cadeyê wekî navenda çavdêriyê ya sereke bi kar tînin.

Taxa Eşrefiyê mezxintirîn taxa bajarê Efrînê ye ku ji rêya gundê Tirindê li başûrê Efrînê dest pê dike û di ber qeraxên Çemê Efrînê re digihêje heta Pira sereke ya bajêr. Ji ber pirê jî di ber rêya Helebê re dest pê dike heta ku digihêje dergehê sereke yê rojhilatê Efrînê.

Ev kiryarên artêşa Tirkiyê û terorîstên pê re li dij kurdên Efrînê di rewşekê de ne ku serokomarê Tirkiyê receb Teyib erdogan îdia dike ku ew parêzvanê kurdan li Sûriyê ye.