Mijdar 08, 2018 16:40 Asia/Tehran
  •  Bi sedan awareyên  sûrî ji Lubnanê vegeryan welatê xwe

Di dewama pêvajoya vegeryana awareyên sûrî, bi sedan kes ji awareyên sûrî ji Lubnanê vegeryan welatê xwe.

 Li gorî rapora IRNA`yê,televîzyona  Sûriyê raghand:Ew awareyên sûrî îro pêncşemiyê bi çend ûtûbûsan ji derbasgehên  sînorî yên  El-Debûsiyê û El- Zemranî vegeryan erdê xwe û biryar e bên guhestin bo malên xwe li parêzgehên Himsê û Rîfa Şamê.

 Rêxistina ewlehiya giştî ya Lubnanê îniya heftiya buhurî li daxûyaniyekê raghand: 87 hezar û 670 awareyên sûrî ji tîrmeha  buhurî bi awayek xwebexş terka Lubnanê dane û  derbasî nava Sûriyê bûne. Bi baştirbûna  rewşa ewlehiyê li Sûriyê û zêdebûna  hevahengiya navbera rayedarên  Beyrût û Şamê li mehên buhurî pêvajoya vegeryana  awareyên sûrî bo welatê wan zêde bûye.

  Piştî destpêbûna  şêr li Sûriyê li sala 2011`an , nêzîkî heft milyon  sûrî aware bûne ku yek û nîv milyon kes ji wan di Lubnanê de ne.