Îlon 12, 2017 19:56 Asia/Tehran
  • Giranbûna nakokiyên navxweyî yên terorîstan li Sûriyê

Bi pêşveçûna artêşê û hêzên Berxwedanê li Sûriyê, nakokî û disariya di nava serkirdeyên koma teroîst a Cibhetunusrê li parêzgeha Idlibê li bakûra Sûriyê, giran bû.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Ebdulah El Muhîsînî û Muslih El Eliyanî, du terorîstên siûdî û berpirsên qaşo şerî yên hevalbendiya Heyet Tehrîr El Şamê li Sûriyê (Cibhetunusre) bi ragihandina îstîfaya xwe ji vê hevalbendiyê, gotin: Sedema sereke ya wêdeçûna wan, ew faylên bideng in ku aşkera bûne û di wan de li ser tolhildana giran a ji berpirsên şerî, pêgîrî hatiye kirin.

Duh fayleka bideng ji Ebû Mihemed El Cewlanî, serkirdeyê sereke yê Heyet Tehrîr El Şamê ligel Ebulwelîd, serkirdeyê pişka Idlibê hate weşandin ku El Welîd ji El Cewlanî xwestibû îzna girtina El Muhîsînî bide, jiber ku ew ji hêzên El Nusrê dixweze ku xwe ji şerrê bi koma Ehrar El Şamê, dûr bigirin.

Di van rojên dawiyê de, nakokiya di navbera berpirsên şerî û serkirdeyên leşkerî yên koma terroîst a Cibhetunusrê, gihîştiye vê astê ku hin serkirdeyên terorîstan xwestine ku pêşiya ketina hin berpirsan bi taybet Ebdulah El Muhîsînî yê siûdî nava navçeyên di bin serdestiya pişka leşkerî ya El Nusrê, were girtin.

Çend saetan piştî weşana fayla bideng a terorîstan, gotûbêjek di navbera serkirdeyên sereke yên Tehrîr El Şamê û ji wan Ebû Hisên El Urdinî, hate weşandin ku jibo êrişa ser koma terorîst a Ehrar El Şamê û bi pejirandina tam a El Cewlanî, lihev kirine.

Sûriye eva zêde ji 5 salan e ku tûşî ketina komên çekdar û terorîstên wek DAIŞ û Cibhetunusrê ku ji aliyê welatên rojavayî û hin welatên navçê ve pişta wan tê girtin, tûşî qeyranê bûye.