Sibat 21, 2020 09:43 Asia/Tehran
  • Rêjîma Sîyonîst dê 3 hezar malên din li Qudsa dagirbûyî ava bike

Benyamîn Natanyahû Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ragihand ku wê rêjîmê biryar daye 3 hezar malên nû li Qudsa dagirbûyî ava bike.

Benyamîn Natanyahû got: Israyîlê planek jibo avakirina 3 hezar malên nû li bajarokên sîyonîstnişîn ên li Qudsa dagirbûyî heye.

Natnyahû berî vîya ragihandibû ku Israyîk çêkirina bajarokan li erdên Filistînîyan didomîne ta ku koka xwe kûrtir bike. 

Rêjîma Sîyonîst qet guh nade daxwaza civaka cîhanî û çêkirina bajarokan li Erdên Dagirbûyî yên Filistînîyan didomîne û di vî warî de Amerîkayê li pişta xwe dibîne.

Çêkirina wan bajarokana ligorî qanûnên navnetewî neqanûnî ye.

Civata Ewlehîyê ya NY di 23`yê Kanûna sala 2016`ê de bi biryarnameya 2334 ji Rêjîma Sîyonîst xwest ku demlidest hemî çalakîyên bajarokçêkirinê li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê rawestîne.

Rêjîma Israyîlê di heye bi çêkirina bajarokan pêkhate û erdnigarîya axa filistînîyan biguherîne û hejmara sîyonîstan li wir zêde bike û bi vî awayî serdestîxwazîyên xwe li wan navçana misoger bike.