Meşa Mafê Vegerê hat domandinê, 74 filistînî hatin birîndarkirinê
Di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên 75`mîn Meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de herîkêm 74 filistînî birîndar bûn.
75`mîn Meşa Mafê Vegerê duh ser navê ''hevgirtina digel awareyên filistînî yên li Libnanê'' li Zîvala Gezzê hat lidarxistinê û di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên wê meşê de herîkêm 74 filistînî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê şeva buhurî ragihand ku di nav birîndaran de, 2 personelên hawargiheştinê jî hene.
Leşkerên Rêjîma Sîyonîst jî wek her car bilî gulleyên cengê, gazên rondikîner û jehrê dijî pişikdarên wê meşê bi kar anîn ku di encamê de gellek filistînî tûşî pirsgirêka bêhndayîn û bêhnistandinê bûn.
Meşa Mafê Vegerê ji 30`yê Adara sala 2018`an ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û didome.
Ji wê demê ve heta nika di encama êrişên leşkerên rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên wan meşan da, zêde ji 310 filistînî şehîd û herîkêm 31 hezar kes jî birîndar bûne.