Adar 26, 2019 12:13 Asia/Tehran
  • Li Xezayê agirbest hate ragihandin

Tevgera Hemasê, ragihand, bi navbeynkariya Misrê wan û Îsraîlê li ser agirbesta li Xezayê li hev kirin.

Berdevkê Tevgera Hemasê Fewzî Berhûm di daxuyaniyekê de got: "Xebatên Misrê yên ji bo agirbestê bi serket. "

Berhûm diyar kir ku agirbest ji saet 20:00 li gorî dema Greenwich dê destpê bike.

Hêzên Rejîma Israîlê vê êvarê gelek nuqte, bargeh û avahiyên girêdayî berxwedan û heta yên sivîl ên li Xezayê bombebaran kirinn. Rejîma Îsraîlê herwiha îdia dike ku  di nav cihên bombebarankiriî de avahiya serokê buroya siyasî ya Hemasê Ismaîl Heniyê jî heye.

Ji aliyê xwe ve komên Filistînê bi 70 moşek avêtin bargehên leşkerî yên rejîma Îsraîlê û bajarokên siyonîstnişîn ên li derdora Xezayê. 30 moşek bi yek carê avêtin bajarokên siyonîstan ên derdora Xezayê. Komên filistînî dibêjin em ê bersiva bombebaran û mûşekbaranê bi bombebaran û mûşekbaranê û bersiva xwînrijandinê bi xwînrijandinê bidin.

Artêşa Rejîma Îsraîlê îdia kir ku sîstema "El-Qube El-Hedîdiya" anku Gonbeza Hesînîn moşekên Filistînê ku ber bi başûrê Îsraîlê ve dihat li nêzî sînor berisvand.

Hate ragihandin, ku di êrîşên Îsraîlê yên li ser bakurê Xezayê 3 Filistînî birîndar bûne.