Konseya Mafên Mirovan ya NY, şidetên Rejîma Siyonîstî li dijî filistîniyan şermezar kir
Konseya Mafên Mirovan ya Rêxistiya Netewên Yekgirtî (NY), îro li daxûyaniyekê reftarên neqanûnî û bişidet ên Rejîma Siyonîstî li hemberî gelê sivîl ê Filistînî li Zîvala Gazayê şermezar kir.
Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ji zarê ajansa nûçan a Ruters`ê, Konseya Mafên Mirovan ya NY, îro îniyê li daxûyaniyekê reftarên neqanûnî û bi şidet ên Rejîma Siyonîstî li dijî neraziyên sivîl ên Filistînî li Zîvala Xezayê mehkûm kir û daxwaza sizadana wan kesan kir ku cinayetên şerî li Zîvala Xezayê cih anîne.
Ev biryarnama bi pêşniyara Pakistanê bi nûnertiya Rêxistina Hevkariya Îslamî radestî Konseya Mafên Mirovan ya NY kir û serê axirê bi 23 dengên erê, 8 dengên neyar û 15 dengên bêla hate pejirandin.
Ji destpêka meşa ser navê ``Mafê Zivirînê`` li Zîvala Xezayê heta niha zêde ji 200 filistînî şehîd bûne û bi hezaran kes jî birîndar bûne û herwisa ji ber dorpêça Zîvala Gazayê dewa-derman û madên xwarekê li vê navçê gelek kêm bûye ku ev babetane, ji hegerên srekene bona nasandina cinayeta şerî ya Rejîma siyonîstî ji aliyê Konseya Mafên Mirovan ya NY.