Tebax 17, 2017 18:24 Asia/Tehran
  • Vekirina sînorê Qeter û Erebistanê bi armanca sîyasî

Wezîrê karên derve yê Qeterê vekirina sînorên Qeter û Erebistanê ser hecîyên qeterî de pêngavek bi armanca sîyasî zanî.

Li gorî rapora Rusiya Al Yewmê, Mihemed Ibnê Evdilrehman Alê Sanî wezîrê karên derve yê Qeterê îro ji biryara Erebistanê ya vekirina dubare ya sînoran ser hecîyên qeterî de pêşwazî kir û ew, pêngavek di çarçova rakirina dorpêça ser vî welatî de zanî.

Wezîrê karên derve yê Qeterê herwiha tekez kir, Erebistan berpirsê dabînkirina ewlehîya welatîyên Qeterê li merasima hecê ye.

Melik Selman paşayê Erebistanê şeva buhurî bi hikmekî fermana vekirina dubare ya tenha derîyê sînorî yê di navbera vî welatî û Qeterê ser hecîyên qeterî de da.

Armanca vekirina dubare ya derîyê sînorî yê Selwayê xweşkirina rê jibo derbasbûna welatîyên qeterî nav Erebistanê jibo cihanîna merasima heca Temetui hatîye ragihandin. Li gorî vî hikmî hecîyên qeterî nakevin ber lêgerîna bi alavên dîcîtal.

Mêdyayên Erebistanê ragihandin ku Melik Selman herwiha hin balafir bi kîsê xwe jibo veguhestina zîyaretkirên qeterî şandine vî welatî. Ev hikmê Melik Selman piştî hevdîtina Şêx Ehmed Ibnê Ebdulah Ibnê Casim Alê Sanî şahzadeyê qeterî digel Mihemed Ibnê Selman welîehdê Erebistanê hat dayîn.

Di vî halî, îro nîvro piştî vekirina dubare ya derîyê sînorî yê di navbera Erebistan û Qeterê de, yekem karwanê hecîyên qeterî derbasî axa Erebistanê bû.

Dayra pasportê ya Erebistanê ragihand ku piştî dayîna îzinama derbasbûna hecîyên qeterî bo axa Erebistanê û vekirina derîyê sînorî, heta niha 100 hecîyên qeterî ji derîyê Selwayê derbasî Erebistanê bûne.