May 29, 2017 12:34 Asia/Tehran
  • Dewama xwenîşandana xelkê Behrêyînê

Bingehên nûçan ragihandin ku xelkê nerazî yê Behrêyînê li xwenîşandana xwe ya yekşemê şev dijî Rejîma Alê Xelîfe pireya sereke ya di navbera bajarokê Îsa û Menamê girtin

Ji sêşemiya hefteya bihurî ku rejîma Alê Xelîfe li hemberî mala Şêx Îsa Qasim rohaniyê derecebilind ê vî welatî kirin û 5 alîgîrên vî rohaniyê şîe şehîd kirin û zêde ji 100 kes jî birîndar kirin, li nav Behrêyînê dorekî nû ji nerezamendiya xelkê destpê bû.

Li gorî rapora telivîzyona El-Lulu`ya Behrêyînê, xwenîşanderan şeva bihurî pireya sereke ya di navbera bajarokê Îsa û Menamê girtin.

Malbatên şehîdan jî li daxûyaniyekê cinayetên Rejîma Alê Xelîfe li Behrêyînê mehkûm kirin û ragihandin ku ev cinayeta wan, dijî qayde û qirarên dînî, hiqûqî û mirovahiyê ye û dixwazin ku kirêgirtiyên Alê Xelîfe meytê şehîdên wan bidin.

Piştî hukma dadgeha Behrêynê li ser saleke zindanê û desteserkirina mal û heyitiyên Şêx Îsa Qasim û gurrbûna nerazîtiyên gelanî, hêzên Rêjîma Alê Xelîfe berêvariya sêşemiyê êrîşî ser taxa El Durazê kirin ku di vê êrîşê da, 5 kes hatin kuştin û zêde ji 200 kes birîndar bûn û derdora 300 kes jî hatin girtin.

Rêjîma Alê Xelîfe li siya piştgiriyên Erebistana Siûdî û Amerîkayê, bi awayekî bêşermane li dû sirgûnkiirna Şêx Îsa Qasim melayê derecebilind ê şîeyên Behrêynê ye; Mijara ku eger cih bê, wê hêrs û xezeba gelê serhildêr ê Behrêynê duqat bike.