Tebax 03, 2020 21:32 Asia/Tehran
  • Şirbil Wehbî bû Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê

Serokê Lubnanê Mişel Ewn û serokê hikumeta Lubnanê Hesan Diyan îstîfaya Wezîrê Karên Derve yê vî welatî Nasîf Hetî qebûl kir û li şûna wî Şirbil Wehbî wezîfedar kir.

Dema ku serokê Şepêla Niştimanî ya Azad Cubran Basil serokê Wezareta Derve bû, Wehîb erkê sekretariya giştî ya Wezareta Derve ya bi wekîlan dikir. Piştî ku xizmeta wî di qada doplomasî de bi dawî bû, wekî şêwirmendê serokê komarê Lubnanê Mişel Ewn di kar û barên doplomasî de hate wezîfedarkirin.

Sekretêrê Giştî yê Wezareta Derve Hanî El-Şemîltilî got: "Li gel navê Nasîf Hetî, navê Şirbil Wehbî jî ji bo wezîfedarkirina wezareta karên derve ya hikuemta heyî hatibû pêşniyarkirin."

Piştî îstîfaya Hetî, serokwezîr Hesan Diyab dimldest dest bi pêwendiyan kir da ku kesekî nû li şûna wî wezîfedar bike.

Serepeyv