Hizbullaha Lubnanê: Beşdariya Hizbullahê li dewleta nû nîşana kêmbûna rol û bandora Emerîkayê li Lubnanê ye
Endamê konseya navendî ya Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Beşdariya wezîrên Hizbullahê li dewleta nû ya vî welatî, nîaşna kêmbûna bandor û rola Emerîkayê li Lubnanê ye.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Ajansa nûçan Milîya Lubanê, Şêx Qawoq endamê konseya navendî ya Hizbullaha Lubnanê bi beşdariya li mersimekê li başûrê vî welatî got: Emerîkayê li hember beşdariya Hizbullahê li dewleta nû ya Lubnanê û bidestxstina kursiya Wezareta tendrustiyê bi tundî dijberî kir lê lubnaniyan Na gotin Waşengtonê.
Şêx Qawoq wateya din a dijberiya tam û tekûz a lubnaniyan bi kirtyarên zordanarane yên Emerîkayê xurtkirina qaweta siyasî ya Hizbullahê li Lubnanê da zanîn.
Dewleta nû ya Lubnanê 31 Çilla 2019`an û piştî nêzîkî 9 mehan çavrêtiyê bi beşadriya hemî liv û tevegrên siyasî hat damezrandin. Sê kursiyên wezaretxaneyên tendrsutî, werziş û şêwirmendiya karûbarên parlemanê jî bûn para Hizbullahê.
Eva li halekê ye ku li dewleta berê, Hizbullahê du kursiyên wezaretaxaneyên werziş û pêşeyê hebû.