3 feramndên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê hatin kuştin
Hevalbendiya navneteweyî ragahand ku sê fermandên bi nav û deng ên Teşkîlata treorîstî ya DAIŞê li sê hefteyên derasbûyî li Iraq û Sûriyê hatine kuştin.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê El-Neşreyê, hevalebdniya navneteweyî bi serokatiya Emerîkayê li daxûyaniyekê raghand: Li encama êrişên hevlabendiya navneteweyî ya li dijî koma terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê li sê heftiyên buhurî sê kes ji rêberên bi nav û deng ên vê komê hatin kuştin ku ev kuştina gelek xisar li DAIŞê û kiryarên wê derheq weşandina lêzanînan bû û bûye sedema lawazbûna terorîstan li warê darêştina plan û beranmeyan û cihanîna operasyona terorîstî li Sûriyê û Iraqê û dervey van du welatan bû.
Li vê çarçoveyê, alîkarê fermandê hevalebndiya navneteweyî ya li dijî DAIŞê tevî ragahndina serketina eskerî ser vê koma terorîstî li bara dewama hebûna kom û navendên DAIŞê li Iraqê hişyarî da.
Wî diyar kir. Potansiyela eskerî ya artêşa Iraqê ewqas e ku ev artêşa dikare şopandina navendên DAIŞê û jianvbirina wan bidomîne.
Li gorî gotina vî fermandeyê emerîkî dewama piştgiriya ji hêzên Iraqê li qonaxa piştî raghandina serketinê hema wisa berdewam e û hevalebdniya navnetweyî li kêleka artêşa Iraqê hemî hewldanên xwe ji bo jinavbirina paşmayiyên hêzên terorîstî yên DAIŞê bikar tîne.