Kuştina 12 kesên sivîl li encama êrişa nû ya hevalbendiya destdirêjkarê erebî ser Yemenê
Amara goriyên cinayeta nû ya hevalbendiya erebî li Yemenê li bajarê Maribê gihêşt 12 kesî .
li gorî rapora ISNA`yê, çavkaniyeke yemenî tekez kir ku jin û zarok li nav goriyên van êrişên hewayî yên balefirên siûdî de hene û hemî kesên gorî ji xelkê Herîb El-Qeramîşê li navça Neqîl Şucaê li bajarê Serwahê bûn . Wî her wiha diyar kir: Li encama êrişa hanê, 6 jin û du zarok û 4 ciwanan canê xwe ji dest dan.
Ji aliyê din ve Muhemed Ebdulkerîm El-Qemarî serokê erkantiya giştî ya artêşa Yemenê li hevdîtina tev rayedarên eskerî ser pêwîstiya vî karî tekez kir ku hêzên yemenî li asta herî bilind amadetiya cengî jibo rawestana li hember hevalbendiya erebî ya bi serkirdetiya Erebistanê bimîne.
El-Qemarî got: Heamseyên qehremanane dibe sedema bê encamiya hisabên destdirêjikiran û hêzên têkoşer ên yemenî asta qaweta xwe jibo rûbirûbûna bi xeteran îsbat kirin.
Wî her wiha got: Dê destdirêjkir işkestê bixwen û cinayteên wan tenê viyan û morela hêzên çekdar ên me jibo rawestana li hember wan zêde dike.