Kanûn 09, 2019 13:10 Asia/Tehran
  • Nêçîrvan Barzanî daxwazekê ji civaka navnetewî dike

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê di Roja Cîhanî ya Rêzgirtina li Gorîyên Jînosaydê de peyamek belav kir.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî li rûpela xwe ya Twitterê ragihand ku em rêzê li gorîyên jînosaydê li Kurdistanê û cîhanê digirin û wan bibîr tînin.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha ji civaka navnetewî xwest ku jibo dubarenebûna jînosaydan hewil bide û bikirên wan jî ceza bike.

NY di sala 2015`ê de roja 9`ê Kanûnê weke Roja Bibîranîn û Rêzgirtina li Gorîyên Jînosaydê û Girtina Pêşîya Tawanan li Cîhanê kivş kir.