Cotmeh 14, 2018 15:41 Asia/Tehran
  • Emmar Hekîm digel desteyeke partîyên Şîe û Sunne giheşte Hewlêrê

Desteyeke payebilind a partîyên Şîe û Sunne yên Iraqê bi serokatîya serokê Bereya Hikmeta Netewî gihîşt Hewlêrê.

Desteyeke payebilind a partîyên Şîe û Sunne yên Iraqê bi serokatîya Seyîd Emmar Hekîm serokê Bereya Hikmeta Netewî bi merema gotûbêja digel rêvebirên kurd îro nîvro gihîşt Hewlêrê.

Ev desteya pêkhatî ji nunerên hevalbendîyên mezin ên iraqî pêk hatîye û Salih Metleg, Xalid Ubêydî û nunerê Heyder Ebadî jî digel da ne, bi armanca danustandina digel partî û bereyên kurdistanî di çarçova pişkdarîya di dewleta nû ya Iraqê de gihîşt Herêma Kurdistanê.

Ew desteya ji hêla desteyeka polîteboroya PDK bi serokatîya Fazil Mîranî ve li balafirgeha Hewlêrê hat pêşwazîkirin.

Biryar e ew desteya di destpêkê de ligel Mesûd Barzanî serokê PDK bicive û paşê jî ligel berpirsên polîtboruya PDK`ê û serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê û cîgirê giştî yê PDK`ê Nêçîrvan Barzanî bicive.

Herwiha biryar e, ew şanda serdana bajarê Silêmaniyê bike û ligel berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicive.

Li gorî agahîyan, rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta nû mêhwerên serke yên van hevdîtinan in.