Xwenîşandana welatiyên Herêma Kurdistanê li dijî êrişa Tirkiyê
Welatiyên Herêma Kurdistana Iraqê li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê, li dijî êriş û operasyona eskerî ya Tirkiyê li axa Herêmê dest bi xwenîşandanê kirin û daxwaza derketina Tirkiyê ji axa herêmê kirin.
Li gorî rapora Kurdpress`ê, û ji zarê NRT`yê, kempêyna mertala însanî li dijî êriş û operasyona eskerî ya Tirkiyê li axa Herêma Kurdistana Iraqê, dest bi xwenîşandana gelanî li dijî Tirkiyê li bajarên Herêma Kurdistana Iraqê kir.
Ev wxenîşanana li bajarê Hewlêrê li parka Şanederê li Kerkûkê li nêzîkî kela bajêr û li Silêmaniyê li kolana sereke ya vî bajarî, bi beşdariya welatiyan û nûnerên tevgera siyasî yên curbicur hatiye lidarxistin û beşdarên wê teqz dikin ku ku armanca sereke ya Tirkiyê dagirkirina Herêma Kurdistana Irqaê ye û daxwaza rawestandina pêşdeçûn û operasyona eskerî ya Tirkiyê li axa herêmê kirin.
Beşdarên vê xwenîşandanê, daxwaza kiryara parlemana Kurdistanê bo rawestandina operasyona eskerî û êrişa Tirkiyê ser herêma Kurdistanê kirin û raghandin ku ev kiryarên Tirkiyê gelek ziyanên xwe bo welatiyên navçên sînorî hebûye.
Artêşa Tirkiyê li cihên curbicure Herêma Kurdistanê gelek navendên eskerî û îstixbaratî hene û ji 10 Adara 2018`an ve derbasî 30 km ya axa Herêma Kurdistanê bûye û operasyona eskerî ya berfireh li axa Herêmê ser navê kiryara li dijî PKK destpê kiriyeû heya niha gelek welatiyên sivîl ên herêmê li vê operasyonê û her wiha li encama êrişên hewayî yên Tirkiyê ser navçên sînorî yên herêmê canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Gelê Herêmê bi caran ji riya lidarxistina xwenîşandana nerazîbûnê, daxwaza rawestandina vê operasyonê û derketina eskerên Tirkiyê ji axa herêmê kirine û dewleta Herêmê jî teqez dike ku bicihbûna hêzên PKK, hokara sereke ya êrişan û operasyona Tirkiyê ye, daxwaza derketina PKK ji herêmê kiriye.