ِDi encama teqînekê de li Kifrî xortekî kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i323156-ِdi_encama_teqînekê_de_li_kifrî_xortekî_kurd_hat_kuştin_û_yek_jî_birîndar_bû
Li derdora bajarokê Kifrî yê Herêma Kurdistanê di teqînekê de xortekî kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 13, 2021 09:24 Asia/Tehran
  • ِDi encama teqînekê de li Kifrî xortekî kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû

Li derdora bajarokê Kifrî yê Herêma Kurdistanê di teqînekê de xortekî kurd hat kuştin û yek jî birîndar bû.

 Qaymeqamê nahiya Newcul ya bajarokê Kifrî, Cemal Salih ji BasNewsê re got, duhî êvarê li nêzîkî gundê Belege li devera Dawûde ya nahiya Newculê, bombek bi du şivanan de teqiya.

Cemal Salih da zanîn, di wê teqînê de xortekî kurd bi navê Salih Azad hat kuştin û yê din bi navê Rizgar Yasîn jî birîndar bû.

Qaymeqamê Newculê anî ziman, bi qasî ku ew dizanin ew bomb ji aliyê terorîstên grûpa bi navê “Ala Spî” ve hatiye danîn.

Li gorî agahiyên BasNewsê, grûpa terorîstî ya Ala Spî piştî rûdanên 16 Cotmeha 2017, ji aliyê Heşda Şeibî ve hat pêkanîn. Çalakiyên wan li derdora gundên Pelkane yê Xurmatû heta gundê Qurî Çay yê Kifrî dabûn zanîn. Ev demek dirêj bû deng ji wan nedihat lê wisa xuya dike dîsa aktîf bûne.

Ew terorîstên han heman paşmayên DAIŞê ne ku ji parêzgehên Mûsil, Enbar û Kerkûk û deverên din derbasî wir bûne û li wir bicîh bûne.