Çile 13, 2021 12:22 Asia/Tehran
  • Li Daqûqa Kerkûkê 7 terorîsên DAIŞê hatin kuştin

Li devera Daqûq ya Kerkûkê di bordûama firokeyên şer de 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Qaymeqamê bajarokê Daqûqê, Loys Xizir ji BasNewsê re got, duh bi şev firokeyên şer yên Iraqê û hêzên hevpeyman li pêgehên terorîstên DAIŞê yên li derdora Daqûqê dan.

Xizir her wiha got, di wê êrişê de 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û tunêleka dirêj ya wan jî hat dîtin û teqandin.

Qaymeqamê Daqûqê da zanîn, di heyama vê hefteyê de ev cara duyemîn e firokeyên şer li pêgehên DAIŞê yên li Daqûqê didin.

Pêr jî di êrişeka asimanî de herî kêm 3 çekdarên DAIŞê li derdora Daqûqê hatibûn kuştin.

Serepeyv