Mijdar 30, 2020 21:09 Asia/Tehran
  • Li sînorê Mexmûrê DAIŞê êrîş kir ser hêzeke artêşa Iraqê

Tevgera terorîstên DAIŞê li sînorê qeza Mexmûrê zêde bûye û şeva borî jî êrîş kirin ser hêzeke artêşa Iraqê.

Qaymeqamê qeza Mexmûrê Rizgar Mihemed îro 30.11.2020ê ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî grubekî terorîstên DAIŞê hatine sînorê gundê Azî Kendo ya ser bi qeza Mexmûrê û piştre jî çûne sînorê gundê Qelatesoran a ser bi Mexmûrê û li deştayiya wî gundî êrîşî hêzeke artêşa Iraqê kirine, lê ne avêtine ser gund.’’

Herwaha got: ‘’Piştî êrîşê herdu aliyan gulle li hev berdane û pevçûn derketiye, lê heta naha artêşa Iraqê zanyariyên hûr li ser ziyanên bûyerê belav nekirine.’’

Terorîstên DAIŞê li sînorê qeza Mexmûrê tevgera wan zêde bûye û bi taybet bi şev êrîş dikin ser hêzên ewlehiya Iraqê û gundên navçeyê.

Serepeyv