Mijdar 22, 2020 00:12 Asia/Tehran
  • Koma yekem a hêzên amerîkî jibo derketina ji Iraqê amade bûye

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê qala amadebûna koma yekem a hêzên amerîkî jibo derketina ji Iraqê kir.

Tehsîn Xefacî, Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê îro duh Şemiyê di gotûbêja bi Sputnika Rûsiyê ra got: Hêzên amerîkî jibo paşvekişiyan û derketina ji Iraqê amade dibin û li gorî lihevkirina vê dawiyê navbera Amerîka û Iraqê, 500 çekdarên amerîkî di qonaxa yekem da dê ji Iraqê derkevin.

Berdevkê Fermandetiya Operasiyona hevpar a Iraqê destnîşan kir: Derketina hêzên amerîkî ji Iraqê di heyameke gelek kurt da û li gorî demajoya lihevkirî navbera du welatan dê pêk were.

Xefacî got: Hêzên mayî li Iraqê, hêzên çekdar û ccengî nînin û bi derketina van hêzan, hejmara giştî ya hêzên amerîkî li Iraqê dê bigihêje 2500 leşkeran.

 

Serepeyv