Cotmeh 17, 2020 16:22 Asia/Tehran
  • Neraziyên iraqî baregeha PDK’ê ya li Bexdayê şewitandin

Bi dehan xwepêşanderên iraqî yên nerazî ji ber gotinên Huşyar Zêbarî yên dijî Heşda Şebî bi ser baregeha şaxa 5’em a PDK’ê ya li Bexdayê de girtin û agir berdan wê.

Li gorî medyaya Iraqê îro danê sibehê bi dehan xwepêşander bi ser baregeha Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) ya li Bexdayê de girtine û baregehê şewitandin.

Kesên tevlî xwepêşanderê bûn, wêneyên endamê Mekteb Siyasî ya PDK’ê Hoşyar Zebarî şewitandin.

Hêjayî gotinê ye Hoşyar Zebarî di hevpeyvînek xwe a bi televziyonek ê de gotibû; “Komên di 16’ê Cotmehê de êrişî Hewlêrê kirin, heman komên niha li Bexda êrişê dîplomatan dikinin.” Herwiha Zebarî li ser hêzên Heşdî Şebî jî gotibû ; “Di 16’ê Cotmeha 2017’an de weke DAIŞ’ê êrişî Hewlêrê kirin.”

Li gorî agahiyan xwepêşander ji ber vê gotina Zebarî çûne ber derê baregeha PDK’ê û baregehê şewitandine.

Piştî vê yekê Huşyar Zêbarî diyar kir ku gotinên wî guhertine û ew Heşda Şebî wek qehreman dizane ku li têkbirina DAIŞê roleke girîng hebû.

Alîkarê yekem a serokê Parlemana Iraqê Hesen El-Keebî ji Huşyar Zêbarî xwestiye ji be îhaneta li Heşda Şebî daxwaza lêborînê bike.

Berpirsê Liqê 5an a PDKê li Bexdayê Şiwan Mihemed Teha ji Rûdawê re ragihand ku ji duh ve hêzên ewlekariyê yên Iraqê li pêşiya avahiya wan rawestiya ne û qaşo tedbîrên ewlekariyê wergirtine da ku ti êrîşek ji aliyê xwepêşanderan ve neyê kirin.

Şiwan Mihemed Teha îdia dike ligel hatina xwepêşanderan bo pêşiya baregeha liqa 5an a PDKê, hêzên ewlekariyê rûbirûyê wan nebûne û hiştine ku derbasî nava wê baregehê bibin. Hêzên ewlekariyê yên Iraqê tenê li xwepêşanderan dinêrin û ti hewlekê nadin ku xwepêşanderan belav bikin.

Cîgirê Serokê Parlemana Iraqê Beşîr Hedad daxwaza lêkolînê li ser êrîşkirina ser liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û sivikatkirin bi alaya Kurdistanê dike

Beşîr Hedad: Divê kesên sivikatî bi Ala Kurdistanê kirine bêne girtin

Serepeyv