Îlon 22, 2020 19:58 Asia/Tehran
  •  Hêzên Îstixbarata Iraqê 8 terorîstên DAIŞ`ê li Bexdayê girtin

Hêzên Rêxistina Îstixbarata Iraqê li operasyona naskirina terorîstan karîn ku heşt endamên DAIŞ`ê li Bexdaya paytexta vî welatî bigrin.

Rêxistina Îstixbaata Iraqê  îro sêşemiyê li daxûyaniyekê ragehand ku  hejmarek ji gumanbarên ber teqîbatê li dosiyên curbicur li Bexdayê girtin ku li nav wan heşt kes ji endamên terorîstî yên DAIŞ`ê hatin girtin.

 Li vê daxûyaniyê hatiye ku hêzên Rêxistina Îstixbarata Iraqê bi nunertiya polîsê îstixbarata federal li Wezareta karên hundir operasyonek bo cihanîna hikmên girtinê ji aliyê Teşkîlata dadweriyê li navçên cuda ên paytextê cih anîn.

 

Li cihanîan  vê opersiyonê, heşt terorîstên ber teqîbatê ji ber girêdayîbûna bi koma DAIŞê hatin girtin.


Çakaniyên iraqî ragihandin li yek meha buhurî bi cihanîna çendîn operasyona îstixbaratî herîkêm 100 terorsîtên DAIŞê li parêzgehên curbicure vî welatî girtine.

Serepeyv