Îlon 21, 2020 22:21 Asia/Tehran
  • Iraq- 70 kesên din ji ber Koronayê mirin

Wezareta Tendirustiya Iraqê derbarê amarên dawî yên nexweşiya Koronayê de daxuyaniyek belav kir û tê de aşkere kir 3.821 kesên din bi Koronayê ketine û 70 kes jî bi Koronayê mirine.

Îro roja duşemê 21.09.2020an, Wezareta Tendirustiya Iraqê di daxuyaniyekê de aşkere kir di heyama 24 saetên dawî de 3.821 kesên din bi Koronayê ketine 4. 484 nexweş jî baş bûne û 70 nexweşên Koronayê jî mirine.

Heta niha li seranserî Iraqê 322 hezar û 856 kes bi nexweşiya Koronayê ketine û 258 hezar û 75 nexweş baş bûne 8 hezar û 625 kes jî bi Koronayê mirine.

Serepeyv