Îlon 19, 2020 22:30 Asia/Tehran
  • DAIŞê yek milyon pirtûkên zanîngeha Mûsilê şewitandine

Çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê nêzîkî milyonek pirtûkên pirtûkxana zanîngeha Mûsilê şewitandine.

Li gor nûçeya çapemeniya Iraqê serokê zanîngeha Mûsilê Qusey Ehmedî ragehandiye, DAIŞê 144 xanî û avahiyên zanîngeha Mûsilê wêran kirine. Herwaha 217 wesayîtên zanîngehê, dizîn û têkşikandina rêjeya sedî 80 ya ezmûnan û sedî 60ê sîstemêm elektrîkê jî têkbirine.

Qusey Ehmedî got, di heyama ku Mûsil ketibû dest terorîstên DAIŞê, nêzîkî milyonek pirtûk û destnivîsên pirtûkxana navendî ya zanîngeha Mûsilê jî şewitandine.

Serepeyv