Li Iraqê 72 kesên din bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i319544-li_iraqê_72_kesên_din_bi_vîrusa_koronayê_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Wezareta tenduristiya hikûmeta Iraqê bi beyanameyekê ragehand, 4 hezar û 169 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 14, 2020 17:55 Asia/Tehran
  • Li Iraqê 72 kesên din bi vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest dan

Wezareta tenduristiya hikûmeta Iraqê bi beyanameyekê ragehand, 4 hezar û 169 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin.

Îro 14.09.2020ê wezareta tenduristiya Iraqê bi beyanameyekê ragehand, di 24 saetên borî de 4 hezar û 169 pêketinên nû yên vîrusa korona li seranserê Iraqê hatine tomar kirin û 4 hezar û 427 kes jî baş bûne, 72 kesan jî jiyana xwe ji dest dane û bi giştî jî hejmara pêketiyan li Iraqê geheştiye 294 hezar û 478 kesan.

Herwaha hat ragehandin bi giştî 229 hezar û 132 kesên pêketiyê vîrusa koronayê jî baş bûne û 8 hezar û 86 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.