May 23, 2020 20:44 Asia/Tehran
  • Li Iraqê êrişên DAIŞ`ê… efserek û 2 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn

Navenda Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê îro ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê 2 êrişên cuda li dijî hêzên ewlekeriyê li parêzgeha Selahaddîn a Iraqê pêk anîne û efserek û 2 endamên wan birîndar bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê,  Navenda Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê vê sibehê bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Çeteyên DAIŞ`ê gule li nuqteyeke girêdayî Lîwaya 17`an a Polîsên Itîhadî li herêma El-Bo Xido/Celam Semerra reşandin û 2 endamên me birîndar kirin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê wiha berdewam kir: "Çeteyên DAIŞ`ê her wiha nuqteyeke girêdayî Furqeya Yekemîn li herêma Ekkaşat kir hedef. Di êrişê de efserek birîndar bû."

Çavkaniyekî ewlekariyê çarşema borî ji tora Someriye News'ê re ragihandibû ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî hêzeke ewlekariyê li Kermayê kir û 3 endamên hêzên ewlakariyê hatin kuştin.