Adar 24, 2020 09:48 Asia/Tehran
  • Berhem Salih xwest ku aloziya siyasî li Iraqê bi dawî were

Berhem Salih Serokomarê Iraqê daxwaza hevdengiya navbera partiyên siyasî yên Iraqê bi mebesta derbasbûna ji aloziya siyasî ya niha kir.

Li gorî rapora Baghdad Al Yawmê, Berhem Salih di axaftinekê da got: Iraq di halekî da tûşî nexweşiya cîhanî bûye ku ji ber nebûna dewleteke xwedan desthilata tam, kêşeyên siyasî yên xeternak li nav welêt hene.

Wî got: Ez ji tevahiya gelê Iraqê û di serê da ji komên siyasî û partiyan dixwazim ku bi hevgirtin û berçavgirtina kêşeyên gel jibo derbaskirina aloziya siyasî ya niha ku mixabin di mehên dawî da zêde bûye, hewil bidin.

Ji aliyê din va Berhem Salih ragihand ku ji ber pêbendnebûna welatiyên derheqê kiryarên pêşîlêgirtinê û ji ber kombûna hin kesan li cihên gelemperî û haydarnebûna wan ji xeter û dûhatên Koronayê, ji çend rojan beriya niha va tûşbûna bi Koronayê zêdetir bûye.

Wî got: Eva di halekî da ye ku dewleta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên parêzgeha kiryarên awarte jibo kêmbûna tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê pêk anîne û merceyên dînî û kesayetiyên siyasî, abûrî, civakî, çaandî û medyayî di vî warî da piştgiriya xwe ragihandine û têra xwe hevkarî kirine.