Sibat 14, 2020 18:19 Asia/Tehran
  • Nûnerê ayetullah Sîstanî: Destdirêjiya ser mal û heyiyên gelêrî nayê qebûlkirin

Nûnerê Ayetullah Sîstanî li xutbên îro yên nimêja îniyê li Kerbelaya Muela destnîşan kir: Destdirêjiya ser mal û heyiyên gelêrî nayê qebûlkirin.

Hucetul-îslam welmuslimîn Ebdul-Mehdî Kerbelayî Nûnerê Ayetullah Sîstanî li xutbên îroye nimêja îniyê li Kerbelaya Muela û li herema paqij a Îmam Husên(s) got: Mixabin vê dawiyê hin şaşitî û nuqsanên exlaqî li civatê peyda bûne ji wan destdirêjiya ser mal û heyiyên giştî û şexsî ku qet nayê qebûlkirin.

Nûnerê Ayetullah Sîstanî destnîşan kir: Yek ji pirsgirêkên heyî li nav Iraqê qurebûna hinek aliyan û xebata hinekan ji bo qazancên şexsî ye ku hinek ji berpirsên iraqî jî nêhrînekî wiha hene ku eva tiştekî nebaş e.

Wî got: Li vê dûmahîkê hinek şaşitiyên exlaqî li civatê rewac peyda kiriye wekî bêhurmetiya bi hevdu, qurebûn û li fikra qazancên şexsî ku hinek ji berpirsên iraqî jî nêhrînên wiha hene ku evane nayên qebûlkirin.

Hucetul-islam welmuslimîn Ebdul-Mehdî Kerbelayî destnîşan kir: Işkesta li gotûbêjên siyasî dê dûhatên bixeter ji bo gelê Iraqê hebe.