Çile 15, 2020 19:08 Asia/Tehran
  • Gotûjêja wezîrê karên derve ye Qeterê tev Berhem Salêh

Wezîrê karên derve ye Qeterê ku li Iraqê ye tev Berhem Salêh serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî.

Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî Wezîrê karên derve ye Qeterê ku li Iraqê ye tev Berhem Salêh serokkomarê vî welatî hevdîtin pêk anî.

Li vê hevdîtinê her du aliyan li ser rewşa navçê û cîhanê, rêyên parastina ewlehiya navçê û pêwîstiya hebûna sebr û hedariya welatên navçê axivîn.

Li vê hevdîtinê serokkomarê Iraqê ragihand: Iraq dikare bibe sebeba ewlehî û aşitiya di navbera qudretên navçeyî û cîhanî û Bexda ji her xebatek ji bo çareserkirina kirîzên navçeyî piştevaniyê dike.

Berhem Salêh herwisa ragihand ku Bexda qet îznê nade ku aliyek ji axa Iraqê dijî welatên cînar istifade bike.

Muhemed Bin Ebdulrehman Alê Sanî Wezîrê karên derve ye Qeterê jî bal kişande ser rewşa hestyar a navçê û ragihand ku pêwîste aliyên navçeyî û navnetewî bona ewlehî û tenahiya rojhilata navîn bixebitin.