Kanûn 04, 2019 18:36 Asia/Tehran
  •  Heşda Şebî: Em rê nadin DAIŞ cardinê gefê li ewlehiya Iraqê bixwe

Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê li daxuyaniyekê teqez kir hêzên vê rêxistinê bi cidîbûna li bara berpirsiyariya xwe, tu carî îzna vegerîna DAIŞê û gefa wê li dijî ewlehiyê û aramiya Iraqê nadin.

 Ebûmehdî El-Muhendis, cîgirê serokê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê ser amadetiya Yekînên vê rêxistinê bona rawestana li ber şaxên DAIŞê li hemî parzêgehên Iraqê teqez kir û got: Beşdariya fermandeyên Heşda Şebî li bereya pêşiyê ya mucahidan, nîşana  hest û berpirsiyariya wan bo welt û gelê wan e.

Cîgirê serokê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê  bal kişand s er amadetiya vê rêxistinê bona rawestana li ber şaneyên DAIŞê li hemî parzêgehên ku dikevin ber oprasyona  viyana serketinê li dijî paşmayiyên terorîstan e, got: Nabe DAIŞê cardinê bieb gefek li hember ewlehiya Iraqê.

 Li daxuyaniya Heşda Şebî de hatiye : Hêzên Leşkirê 44an a  Heşda Şebî berêvara sêşemiyê êrişa nû ya DAIŞê ser navça Hezerê li başûrê bajarê Mûsilê bêencam kirin.

 Heşda Şebî teqez kir armanca terorîstan pêkanîna nearamiyê  li gund û bajarokên başûrê parzêgeha  Neynewayê û bakurê rojava  parzêgeha  Selahedînê û her wiha  qutkirina  riya peywendiyê ya sereke bû.