Cotmeh 12, 2019 08:00 Asia/Tehran
  • Jibo pêderxistina piştperdeya ajaweyên vê dawîyê li Iraqê dem hat kivşkirinê

Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê bi serokatîya Serokwezîr û Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ê Iraqê Adil Ebdulmehdî civîya û jibo pêderxistina piştperde û sebebkarên veguherîna şîdetê ya nerazîbûnên vê dawîyê li wî welatî dem kivş kir.

Nivîsgeha Serokwezîrtîya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku Civata Ewlehîya Netewî ya Iraqê bi serokatîya Serokwezîr û Fermandeyê Gişt Hêzên Çekdar ê Iraqê Adil Ebdulmehdî civîya û biryar da ku encamên berayî yên lêkolînên têkildarî bûyerên vê dawîyê ku di encamê de hejmarek xwenîşander û hêzên ewlehîyê hatin kuştinê û sebebkarên wan mideha 5 rojan de bên kivşkirinê.

Ji Sêşema buhurî ve li hin parêzgehên Iraqê ji wan li Bexdayê hin xwenîşandan bi merema nerazîbûna himberî rewşa nebaş a xizmetguzarîyên giştî, nebûna derfetên karkirinê û gendelîya idarî hatin lidarxistin. Ew xwenîşandan veguherîn şîdetê ku di encamê de 104 kes hatin kuştinê û zêde ji 6 hezar kesî jî birîndar bûn. 8 kes ji kuştîyan hêzên ewlehîyê bûn.