Tîrmeh 20, 2019 08:24 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Iraqê daxwaza damezirandina Komîteya Peydakirina Rastiyê kir

Serokwezîrê Iraqê Îniyê bi şev fermana damezirandina Komîteya Peydakirina Rastiyê jibo vekolandina êrîşa esmanî li ser baregeha Heşdea Şeibiyê li parêzgeha Selahedînê da.

Firokeyeka bêpîlot a nenas berbanga roja Îniyê baregeha leşekrî ya hêzên Rêxistina Seferberiya Gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî li navçeya Amirliyê ya rojhilata parêzgeha Selahedînê li bakurê vî welatî da ber êrîşê.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Li pey vê êrîşê Adil Ebdulmehdiyê serokwezîrê Iraqê fermana damezirandina komîteyeke lêkolînî ya taybet ya pêkhatî ji Erkantiya giştî ya Artêşê, Eerkantiya operasiyona taybet, Hêza esmanî, Pedafenda Esmanî û Heşda Şeibî da.

Erkantiya Teblîxata ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku di encama bombebarana vê baregehê kesek hat kuştin û du kes jî birîndar bûn.

Hin çavkaniyên iraqî ragihandin ku ev firokeya bêpîlot israîlî bûye û hinekan jî gotine ku ew amerîkî ye.

Lê hûrgilliyên pirtir di bara vê êrîşê da hîn nehatine weşandin.

Heşda Şeibî di sala 2014an da piştî wêya ku Koma têrorîst a DAIŞê hin navçe û bajarên Iraqê dagir kirin li ser fetwaya Ayetullah Sîstanî Merceyê bilind ê şîeyên Iraqê hat damezirandin û sala 2016an bi pesendkirina parlimana vî welatî kete bin fermandetiya giştî ya hêzên çekdar ên Iraqê.